Protestoyên li dijî kiryarên Serokkomarê Misirê Muhemed Mursî yên ji ber biryarnameya ji bo darazê dest pê kirin ranawestin. Di serî de aliyên çepgir û lîberal, gelek alî û derdor Mursî bi avakirina sîtemeke dîkdatoryel tawanbar dikin û çareseriya Mursî jî ew e ku bi referandûmê makeqanûnan xwe bide qebûlkirin.
Protestoyên roja 22yê mijdarê li hemberî Muhemed Mursî dest pê kirin berdewam dikin. Mursî ji bo makeqanûna 1971ê ji bo 5 salan bikeve meriyetê pêşniyar kiribû. Tê payin ku ev pêşniyar ji bo pêşîlêgirtina nerazîbûnên endamên Komîsyona Amadekariya Makeqanûnê yên Îslamî û Selefîstan ev pêşniyar aniye rojevê.
DADGEHÊ HIŞYAR KIR, BÛYER BI DAWÎ NABIN
Serokê Dadgeha Makeqanûnê ya Misirê Mahir el Beheiri,nerazîbûn nîşanî Mursî dabû û diyar kiribû ku bi zanebûn agahiyên şaş belav kirine.
Her wiha, roja înê dê li Qada Tahrîrê ya paytext Qahîreyê xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin. Li dijî Mursî bi sedhezaran kes di vê hefteya dawiyê de daketin qadan û di encama bûyeran de 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn.