Reşwa awerte ya ku di sala 1981 de li Misirê ketibû meriyetê, piştî 31 salan hat rakirin.
Piştî hilweşandina desthilatiya Husnî Mubarek, artêşa Misirê li ser desthilatiyê ye. Artêşê ragihand ku bi fermî rewşa awerte ya 31 salan ji welêt hatiye rakirin. Di daxuyaniya ji aliyê Konseya Bilind a Leşkerî ve hat dayîn û di ajana MENA’yê de hat weşandin de hat diyarkirin ku bi awayeke fermî rewşa awerte hatiye rakirin.