Li Misirê gel du dema ji bo hilbijartina serokomartiyê diçû ser sindoqan, artêşa ku îktîdare wekî ku darbeyê bike îlan kir ku dê rayeyên xwe zêde bike. Artêşa darbeyê ya ku piştî Dadgeha Makeqanûnê parlamento fesh kir, pêş ve çû , rê li ber şîroveyê dê serhildaneke Tehrîrê ya duyemîn biqewime, vekir.
Endamê Partiya Edalet û Azadiyê ku ya Birayên Misliman bûn Muhammed Mursî û Serokwezîrê berê Ehmed Şefîq li hemberî hev bûn. Lê di encama hilbijartin berendamê Birayên Musliman Mursî qezenc kir.
Li gorî encamên sindoqan Mursî ji sedî 52 deng girtine û Şefîq jî ji sedî 48 girtiye. Mursî serkeftina hilbijartinê li Qahîreyê bi civîneke çepemeniyê îlan kir û wiha got: “Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû gelê Misrê yên ku deng dane neda dikin. Hemd be ji xwedayê ku demokrasî û azadî da me be.”
Lê geşedana esas ya ku li Misirê hate jiyîn dema gel diçû ser sindoqan pêk hat. Konseya Leşkerî ya Bilind ya îktîdara Misirê di destê wan de daxuyaniyek da û got dê ku xalên din li makeqanûnê zêde bike. Li gorî van xalan dê serokomar nekarebe mudaxaleyê karê artêşa Misirê bike. Dê nekaribe leşkeran tayîn bike, dê nekarobe tevlî teqawîtbûna leşkeran bike. Dê nekarobe dawî li karê leşkerên personel bîne. Xaleke din ya ku dê lê zêde bibe jî eve ku rayeya ‘fermandariyê’ heta ku makeqanûna nû çênebe nadin serokomar. Li gorî xalê dê ev raye di destê Serokê Konseya Leşkerî ya Bilind be.
Berê Hunsu Mubarek 30 salan li ser desthilatiyê ma. Piştî ku hate xistin konserê rêveberî dewr girt û ev nêzîkatiya konseyê jî wekî darbeyeke din tên binavkirin.