Li Misrê êrîşa bombeyî:14 mirin

Li Misrê êrîşa bombeyî:14 mirin

Li Bajarê Mensûr a Misrê navendeke Ewlekariyê rastî êrîşa bombeyî hat. Di encama êrîşê de 14 kesî jiyana xwe jidest dan û 130 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên saziyên çapemeniyê yên herêmî îro di saetên destpêka rojê de li dijî navenda Ewlekariya ya Dehliye ya bajarê Mensûr a Misrê êrîşek bombeyî pêk hat. hate gotin ku êrîşî bi tirmpêleke bombebar kirî pêk hat. Hate gotin ku di encama êrîşê de herî kêm 13 kes piraniya wan polîsin hatine kuştin û derdora 130 kesî birîndar bûne.

Çavkaniyên tenduristî destnîşan kirin ku îhtîmala hejmara kuştin zêde bibe.