Li Montrealê protestoyên xwendekaran xilas nabin

Li Montrealê protestoyên xwendekaran xilas nabin

Kanada ku rûberî tevgera xwendekaran ya herî mezine, li rexmî barana zêde li bajarê Montrealê 2 hezar xwendekar derketin kolana, zam û zagona taybet ya hikumeta Quebecê protesto kirin.

38 şevin xwendekar bê navbera derdikevin kolana û xwepêşandanên protestoyî pêktînin. Şeva Înê nêzî 2 hezar xwendekar derketin kolanên Montreal siloganên zamê protesto dikin avêtin. Li rexmî baran zêde xwendekaran li lalik û qutiyên konserveyan xistin û meşiyan.

Zagona taybet ya ji aliyê hikumeta Quebec ya bizimanê Fransî 18’ê Gulanê hatî pejirandin, xwepêşandan “derzagon” hatibû îlankirin. Zagona ku bertek hêj gurtir kirin, weke astengkirina azadiya fikir û kombûyinê tê dîtin.

Lê belê di xwepêşandana şeva Înê de polîsan mudaxele nekir. Rûniştvanên bajar derketin şaneşin û camên malên xwe, piştgirî dan meşa xwendekaran. Çalakiya di atmosfera mîhrîcanê de 5 demjimêran dom kir, hat ragihandin ku di çalakiyê de çi kes nehatin binçavkirin.

Sibeha Înê 140 kesên ji 25 rêxistin, kom û komeleyan di derbarê zagonê de 2 giliyên sûc kiribûn.