Li morga nexweşxaneya hatî girtin ceset hatin dîtin!
Li morga nexweşxaneya hatî girtin ceset hatin dîtin!
Li morga nexweşxaneya hatî girtin ceset hatin dîtin!
Li morga Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya piştî erdheja Wanê hate girtin, di nav avê de cenaze hatin dîtin. Hate dîtin ku piraniya cenazeyan xirab bûne.
Li Wanê piştî erdheja pêla wê 7.2 Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê biryara girtina wê hate dayîn û piştî dest bi hilweşandina wê hate kirin, geşedanekî skandal pêk hat. Li gorî nûçeya rojnameya Îpekyolu ya li Wanê weşanê dike li morg û cihê cenaze şuştinê ya cenazeyan cenazeyên 2 kesan di nav avê de hatin dîtin.
Cenazeyên 2 kesan nîvek genîbibûn û gelek perçeyên ayîdî mirovan hatin dîtin. Cenazeyên hatin dîtin tazîbûn û ji cenazeyî li gel serê wî tunebû û cenaze genîbibû bi tememî xuya dikir. Cenazeyê din jî bi giştî genî bibû û di rewşa nayê nasîn de bû. Cenaze ji aliyê nûçegihanê rojnameyê Lutfî Pala yê ku ji bo nexweşxaneyê biçe nûçe ve hatin dîtin û karkerên di xebata hilweşandina nexweşxaneyê de cih digirin jî matmayî man. Heta niha têkildarî cenazeyan tu daxuyanî nehatine dayîn. Nayê zanîn ku, "Cenaze di dema erdhejê de an berî erdhejê anîn nexweşxaneyê"
Piştî erdhejê kabloyên nexweşxaneyê jî hatin jêkirin û beşekî morgê hilweşiyaye. Ji ber cenazeyên genî bûn ji morgê bêhna rizînê tê. Ji ber bêhnê mirov nikarin bikevin morgê û ava kanalîzasyonê tejî morgê bûye. Çima cenaze li morgê hatin hiştin û nexweşxane hate girtin jî nayê zanîn.