Li Morîtanyayê leşkeran serokdewletê xwe birîndar kir

Li Morîtanyayê leşkeran serokdewletê xwe birîndar kir

Serok Dewletê Morîtanyayê Muhammed Veled Abdulezîz leşkeran bi xeletî wesayîta wî gulebaran kirin û birîndar kirin.

Wezîrê Ragihandinê Hamdî Veled Mahcûb ragihand ku, bûyer duh di demjimêrên dereng yên şevê 40 kîlometreyan dûrî paytext dema ku ji çolê divegerî rû daye. Mahcûbî got, li vir leşkeran bi xeletî karwana serok dewlet Abdulezîz gulebaran kirine û serok dewlet Abdulezîz ji milê xwe birîndar bûye.

Radyoya Morîtanyayê jî îdîakir ku, serok dewlet di encama sûîqestê de birîndar bûye.

Serok dewlet Abdulezîz ku li nexweşxaneya leşkerî ya paytext Novakşotê tê derman kirin, hate ragihandin ku, dê dermankirina wî li Fransayê berdewam bikin.