Li Moskowa civîna 'Kurd li dijî serdestiya DAIŞ'ê ya li herêmê ne'

Li Moskowa civîna 'Kurd li dijî serdestiya DAIŞ'ê ya li herêmê ne'

12’ê Îlona 2014'an li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê press-konferanseke bi mijara "Kurd li dijî serdestiya DAIŞ'ê ya li herêmê ne" hat lidarxistin.

Civîn bi beşdarbûna Serokê Yekîtiya navneteweyî ya saziyên civakî yên Kurd Mêrab Şamoyev, Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û çandî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyev, nûnerê PYD’ê li Rûsyayê Ebd Selam Elî, berpirsyarê Navenda pêşbînî û çareserkirina rewşên pevçûnî ya Rûsyayê Aleksandir Kûznetsov, pêk hat.

Di axaftina xwe de Serokê Yekîtiya navneteweyî ya saziyên civakî yên Kurd Mêrab Şamoyev li ser rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser derketina DAIŞ’ê rawestiya. Şamoyev diyar kir ku DAIŞ bi destê hêzên rojavayî bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bi piştgiriya dewletên herêmê yên mîna Erebistana Suudî, Qatar û Tirkiye, derket holê. Şamoyev bal kişand ku DAIŞ ne tenê ji bo Kurdistan, Îraq û Sûriyeyê tehdîteke, her wiha li ser welatên cîranên herêmê û tevahiya cîhanê tehdîteke mezin e, lewra pêwîstî heye ku hemû hêzên cîhanê bi awayekî hevgirtî li dijî DAIŞê têbikoşin. Şamoyev axaftina xwe wiha dewam kir: Îro tevahiya cîhanê bi hêza gerîlayên PKK û şervanên YPG hesiya û girîngî da têkoşîna hêzên Kurdî ya li dijî DAIŞ, eger PKK û YPG nebûna niha ne bi hezaran kuştî, qet Kurdekî Êzidî wê li herêmê nemaba.

Serokê Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyev di axaftina xwe de diyar kir ku şerê di navbera hêzên hevgirtî yên Kurdan û DAIŞ'ê de ne tenê şereke çekdarî ye, her wiha şerê du xetên îdeolojîk e û destnîşan kir ku tenê tunekirinên fîzîkî, ku êdî bi salan e ji hêla DYA tên ceribandin, nikarin ji pirsgirêkên herêmê re bibin bersiv û rêya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di vesazkirina civaka demokratîk re derbas dibe. Serokê Otonomiya Federal a Kurdên Rûsyayê destnîşan kir ku îro di serî de Kantona Kobanê, hemû kantonên Rojavayê Kurdistanê mînaka xeta serkeftinê ya ku xwe dispêre hemû pêkhateyan, herêma Nînova jî mînaka xeta têkçûyînê ya bêîtifaqiya pêkhateyan e, û ji bo gihiştina çareserî û aramiyeke mayînde pêwîstiya gelên herêmê bi esasgirtina xeta serkeftinê heye.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê li Rûsyayê Ebd Selam Elî li ser kiryarên çeteyên DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê û berxwedaniya gelên herêmê rawestiya. Ebd Selam Elî destnîşan kir ku li qada Sûrî rejîma Esad demekî bi DAIŞ re hevkarî kir û şerê wê ya li dijî Cebhet el Nusra piştgirî kir, lê niha pê re ketiye pozîsyonên dijber. Ebd Selam Elî bal kişand li ser avakirina koma têkoşîna hevpar a bi navê Volkana Firatê, ku hêzên cur bi cur ên çekdarî, û hêzên Kurdî jî di nav de tê de cih digirin û bi hevdu re li dijî DAIŞ'ê tevdigerin.

Berpirsyarê Navenda pêşbînî û çareserkirina rewşên pevçûnî ya Rûsyayê Aleksandr Kûznetsov di nirxandinên xwe de destnîşan kir ku DAIŞ îcata DYA ye, lewma li hemberî tiştên ku îro li Rojhilata Navîn diqewimin di serî de DYA berpirsyar e. Kûznêtsov axaftina xwe wiha dewam kir: "Rewşa welatên ku DYA xwest demokratîze bike li holê ye. tiştên li Afganistan, Lîbya, Misir, Îraq û Sûriyeyê diqewimin berbiçav e. Demokratîzekirina van welatan veguherî şerê xwînrijiyê". Der barê nêzîkatiyên Rûsyayê û welatên din li hemberî Kurdan Kûznêtsov wisa axivî: "Dema ku Kurd hevgirtî bin, dibin hêzeke mezin, dema hêz berbiçav be, wê demê muxateb tê girtin, lewma divê Kurd girîngiyeke taybet bidin pêvajoya hevgirtinê ku piştî komkujiya Şengalê gihiştiye qonaxeke nû". Kûznêtsov her wiha diyar kir ku di rewşa heyî de çareseriya herî baş a li herêmê modela damezirandina rêvebiriyeke ku nûnertiya hemû pêkhate û beşên civakê dike ye, û di vir de tecrûbeya kantonên Rojavayê Kurdistanê dikare kêrî tevahiya herêmê were.

Civîna ku 2 saetan domand, bi eleqeyeke mezin ji hêla çapemeniya Rûsyayê ve hat pêşwazîkirin. Rojnamegeran pirsên xwe der barê muzakereyên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de, têkiliyên hêzên Kurdî bi rejîma Esad û muxelefeta hundir a Sûriyeyê re, mijara çekdarkirina Kurdan ji hêla DYA û welatên Ewropayê ve, komkujiya li ser Kurdên Êzidî li Şengalê û gelek pirsên din der barê helwesta Kurdan li dijî DAIŞ'ê li pisporan kirin. Bi bersivdayîna pirsên rojnamegeran press-konferans bi dawî bû.