Li Moskowa ji bo Ocalan îmze hatin komkirin
Li Moskowa ji bo Ocalan îmze hatin komkirin
Li Moskowa ji bo Ocalan îmze hatin komkirin
Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, dezgehên îmzeyan vekirin.
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, saziyên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê li pêşiya metro VDNX, dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Li gel barîna barana şid û sermayê jî stand hate vedan û rastî eleqeyek mezin a kesên derdor re derbas dibûn hat. Pirtûka parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokê li ser jiyana Ocalan jî hatin belavkirin û her wiha rojnameya SVOBODNOY KURDISTAN ku mehane li Moskowa derdikeve hatin belav kirin.