Li Moskowayê çalakiya piştgiriya bi Rojava re
Li Moskowayê çalakiya piştgiriya bi Rojava re
Li Moskowayê çalakiya piştgiriya bi Rojava re
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteya El Nûsra û piştgirîdayîna berxwedana gelê Rojava, li paytext Moskowayê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navnetewî hat kirin ku li hemberî komkujiyên El Nûsra bêdeng nemîne.
Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskowayê dijîn, ji bo pişgiriyê bidin têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çete şermezar bikin, duh danê êvarê saet di 17.00’dan de li meydana VDNX di çalakiyek girseyî de hatin cem hev. Çalakiya ji hêla Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê ve hat organîzekirin.
Di çalakiyê de Serokê Yekitiya Saziyên Kurd a Navneteweyî Mêrab Şemoyev, Serokê Organîzasyona Parastina Mafên Kurdên li Moskowayê “Mezopotamya” Rafîkê Kamil, Cîgira Seroka Oranîzasyona Viyan a Jinên Kurd li Moskowayê Jûlyeta Reşoyan, Nûnerê PYD’ê yê li Rûsyayê Ebd Selam Elî, Nûnerê Ciwanên Kurd ê Moskowayê Şexmûs Hisên, Endamê Rêxistina Yekîtî (Rojava) Ebdurezak Îsmaîl, amade bûn.
Kurdistaniyan di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "em li dijî terora li Sûriyê ne”, “Kurdên Rûsyayê bi Rojavayê Kurdistanê re ne”, “ ji tecrîda Rojavayê Kurdistanê re na”, “bêdengiya raya giştî hevpariya sûce” vekirin û wêneyên komkujiyê hilgirtin.
Di çalakiyê de Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev komkujiya li dijî gelê Kurd şermezar kir û got: “Em komkujiya li Rojavayê Kurdistanê rû daye, bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd li ku derê dinyayê dibe bila bibe wê li hemberî vê tawana dijmirovane bêdeng nemîne.”
Di dawiya axaftina xwe de Patiyev got: “Em bang li dewleta Tirk dikin ku piştgiriyê nede komên çete û ji çareseriya siyasî ya li Sûriyê re nebe asteng. Pêwîste hêzên navneteweyî wek demên bihurî nebin hevparên komkujiya li dijî gelê Kurd û helwesta xwe li gor rêzikên navneteweyî diyar bikin. Bangawaziya me ji dewleta Tirk ewe ku di demeke kurt de deriyê sînor ji bo gihandina alîkariyên humanîter veke.”
Çalakiya ku li pêwendiyeke mezin rast hat, bi strana "Lêxin Birano" ya hunermendê Kurd Grîşa Amoyev bi dawî bû.