Li Moskowayê protestoya komploya 9'ê Cotmehê
Li Moskowayê protestoya komploya 9'ê Cotmehê
Li Moskowayê protestoya komploya 9'ê Cotmehê
Kurdistanî û saziyên Kurdan ên li Moskowayê, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê û êrîşên komên çete yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li ber nûneriya Yekitiya Ewropayê ya li Moskowayê çalakiyek girseyî lidar xistin.
Saziyên Kurd ên li Moskowayê ku di nav de Yekitiya Saziyên Kurd a Navneteweyî, Organîzasyona Jİnên Kurd li Moskowayê-Viyan, Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê hebû, ji bo komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd û êrîşên çeteyan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin, li ber avahiya nûneriya Yekitiya Ewropayê ya li Moskowayê çalakiyek lidar xistin.
Serokê Komeleya Çanda Kurd a Mezoptamyayê Refîk Kamil li çalakiyê peyivî û diyar kir ku gelê Kurd ti carî serî li ber dijminan netewandiye û got, "Mîna her gelan, mafê gelê Kurd jî heye ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijî. Kurdên li Rojava ku bi sedan salan mafên wan ên bingehîn ji dest hatin girtin û li ser axa xwe weke xerîban hat dîtin, îro ji bo azadiya xwe bûne yek. Gelê Kurd ti carî serî li ber dijminan netewandiye. Gelê Kurd xwedî serokekî mezin ê mîna Seork Apo û hêza YPG'ê ye. Divê komên çete û piştevanên wan ên tarî baş bizanibin; Kurdên li Rojava dê winda nekin. Li pêşberî wan Kurd ê kevin nîne. Kurdên ku li hemberî wan şer dike, Kurdên zane ne. Em weke Kurdistaniyên li Moskowayê destnîşan dikin ku di her şert û mercî de em li gel xwişk û birayên xwe yên li Rojava ne û êrîşên hovane yên li hemberî wan şermezar dikin."
Kamil di dewama axaftina xwe de bi wesîleya salvegera 15. komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şert û mercên giran de bi têkoşîneke bêhempa komplo pûç kiriye. Kamil got, "Hemû welatên di komployê de cih girtine, bi lêborînê deyndarên Kurdan e û dîrok wê ti carî wan efû neke."
Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan Tarê Kadir û nûnerê PYD'ê yê li Moskowayê Alî Abdulselam Mûhammed axivîn û piştre komek ji çalakgeran dosyayek der barê daxwazên xwe de pêşkêşî nûneriya Yekitiya Ewropayê kir.
Di çalakiyê de her wiha helbestvanê Kurd Sadik Torî jî helbesta xwe ya der barê komploya navneteweyî de amade kiribû, bi beşdaran re parve kir.