Li Moskowayê şahiyê 15’ê Tebaxê
Li Moskowayê şahiyê 15’ê Tebaxê
Li Moskowayê şahiyê 15’ê Tebaxê
Bi boneya 29’emîn salvegera tekoşîna çekdarî ya PKK’ê li Moskowayê bi beşdarbûna sedan kesî şahiyek hat organîzekirin. Di şahiyê de dostên gelê Kurd ên Rûs jî amade bûn.
Kurdistaniyên li paytextê Rûsyayê Moskowayê dijîn û dostên wan, duh êvarî ji bo pîrozkirina 29’emîn salvegera tekoşîna çakdarî ya PKK’ê di şahiyekê de hatin cem hev. Şahî li gel sirûda Ey Raqîb bi yek deqeyke rêzgirtinê ji cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Şahiya ku ji hêla Mala Kurda ve hat organîzekirin, li hola Mala Çandê ya Lûnaçarskî hat lidarxistin. Di şahiyê de ji rêveberên Mala Kurda Adil Cotkar li ser wate û giringiya rojê awaftinek kir.
15'Ê TEBAXÊ ŞOREŞA NIRXÊN NETEWEYÎ YE
Cotkar di axaftina xwe de diyar kir ku nirxên şoreşa 15'ê Tebaxê afirandine nirxên neteweyî ne û weha axivî: “Îro li her deverê Kurdistanê 29’emîn salvegera 15’ê Tebaxê tê pîroz kirin. 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû roja vejînê. Yên ku ev roj ji bo me kirin diyarî şehîdên gelê Kurd, em bi dilsoziyek mezin bi bîrtînin. Dîsa bi rêberiya Serokatiya me, tekoşîna ku tê meşandin silav dikin. Şoreşa 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû avakirina nirxên neteweyî.”
EM ŞOREŞA GEL SILAV DIKIN
Di dirêjiya axaftina xwe de Cotkar bal kişand ser şoreşa gelê Rojava û got: “Li Rojavayê Kurdistanê li ser gelê me lîstikên pir qirêj tên meşandin. 19’ê Tîrmenhê salvera têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ji hêla hemû Kurdistaniyan ve hat pîroz kirin. Em jî wek Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê bi dil û can pîroz û silav dikin. Ev saleke ku gelê Rojava xwe bi xwe rêve dibe. Her weha neyarên gelê Kurd li ser navê Îslamiyeta sexte êrîşî gelê Kurd dikin. Gelê Rojava bi êrîşên ne di milê olî, mirovatî û exlaqî de tên qebûl kirin ve rû be rû ye. Rojava ji bo gelê Kurd bûye mijara hebûn û tinebûnê. Ger gelê Kurd û rêxistinên Kurd di Rojava de nebin xwedî yek helwest, dê ji bo Kurdan nebaş be û wê destê neyarê gelê Kurd xurt bikin. Ji bo vê jî em dibêjin di vê pêvajoya ku em ber bi kongreya neteweyî ve diçin, pêwîstiya gelê Kurd ji her rojê zêdetir bi yekbûnê heye.”
Piştî axaftinê bernameya şahiyê bi sinevîzyona ku li ser tekoşîna 15’ê Tebaxê hatibû amadekirin ve berdewam kir. Piştre, sînevîzyona ji hêla Kurdistaniyan ve bi baldariyek mezin hat temaşekirin. Di dirêjiya bernameyê de Koma Nûjîn, Hûnermend Ferman û Hogir, Mîroyê Qenat, Lîl Negga, helbestvan Sadiqê Torî, Mîrza Axa û Hunermend Armanc bi stran, helbest û govêndên xwe, reng dan şevê.
Şahî bi govenda beşdaran, heta derengiya şevê dewam kir.