Li Munchen û Frîedrîchshafenê ji bo Rojava çalakî

Li Munchen û Frîedrîchshafenê ji bo Rojava çalakî

Li bajarê Elmanya Munchenê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya siyasî ya li Kurdistanê civîneke gel hate lidarxistin, li bajarê Frîedrîchshafenê jî Kurdan ji bo welatiyên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, civînek pêk anîn.

Li Munchenê duh bi beşdariya Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç, bi mijara rewşa siyasî ya li Rojava û perçeyên din ên Kurdistanê panêlek hat lidarxistin.

Panêl li Eîne Welthaûs, ku ji aliyê komên çep ên biyanî û xwecihî ve tê bikaranîn, pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Şoreşê yên Kurdistan û Cîhanê destpê kir. Li dû deqeya rêzgirtinê Yuksel Koç mafê axaftinê wegirt û diyar kir ku gelê Kurd di encama têkoşîna 30 salan de hemû hewldanên tinekirinê pûç kiriye, lewma tevgea Kurd di qonaxeke dîrokî de ye. Koç diyar kir ku bi Xweseriya Demokratîk a li Rojava re gelê Kurd hîn bêtir nêzî azadiyê bûye û destnîşan kir ku Kurdan pêşî li azadbûna gelên din ên li Rojhilata Navîn vekirine. Koç anî ziman ku ji ber xeta sêyemîn a Kurdan, desthilatdariya Erdogan bi rêya çeteyan êrîşî şoreşa Rojava dike û destnîşan kir ku divê Kurdên li her çar perçeyan û dîasporayê, şoreşger û demokrat bi hemû hêza xwe xwedî li Rojava derkevin.

Panêl piştre bi pirs û bersivan bi dawî bû.

CANGORIYÊN ROJAVA HATIN BÎRANÎN

Li Komeleya Çanda Kurd a bajarê Frîedrîchshafen a li herêma Bodensee'yê jî, çalakiyeke bîranîna cangoriyên Rojava hate lidarxistin.

Di civînê de di kesayeta Hevraz Mûhammed de 4 şervanên li gel wî di 5'ê Cotmeha 2013'an de di pevçûneke li Rojava de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di civîna bîranînê de Şervan Muslim jî nehat jibîrkirin. Di merasîmê de wêneyên cangoriyên Kurdistanê yên li Rojava bi qurnefîlan hatin xemilandin û find hatin pêxistin.

Nûnerê PYD'ê li civînê peyivî û destnîşan kir ku Rojava mifteya şoreşa Rojhilata navîne û bang li her kesî kir ku piştevaniya Rojava bikin.