Li Munchenê panêla bi mijara 'Ji Mereşê heta Roboskî'
Li Munchenê panêla bi mijara 'Ji Mereşê heta Roboskî'
Li Munchenê panêla bi mijara 'Ji Mereşê heta Roboskî'
Li bajarê Almanya Munchenê bi mijara "Ji Mereşê heta Roboskî" panêlek hat lidarxistin. Pîr Huseyîn Bîldîk di axaftina xwe ya li panêlê de got, "Dema ku bi taybetî li dijî Elewiyan komkujî hatin kirin CHP li ser desthilatdariyê bû. Divê ev yek êdî ji aliyê Elewiyan ve bê dîtin."
Li Komeleya Çanda Mezopotamya ya li bajarê Almanya Munchenê, panêlek li ser mijara komkujiyên Mereş û Roboskî hat lidarxistin. Di panêla bi organîzeya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de Pîr Huseyîn Bîldîk weke axaftvan beşdar bû û moderatoriya wê jî nivîskar Haydar Işik kir.
Pîr Huseyîn Bîldîk bal kişand ser komkujiyên di dîroka Kurdistanê de û destnîşan kir ku di demên gelek komkujiyên mîna Dêrsim û Zîlan li Kurdistanê hatin kirin de CHP li ser desthilatdariyê bû.
Bîldîk got, "Dema ku bi taybetî li dijî Elewiyan komkujî hatin kirin CHP li ser desthilatdariyê bû. Divê ev yek êdî ji aliyê Elewiyan ve bê dîtin." Bîldîk ragihand ku divê reng û baweriyên cuda yên li Kurdistanê weke dewlemendî bên dîtin.
Li dû axaftina Bîldîk, ji Komeleya Çanda Mezopotamya axaftvanek Şemsettîn Kara (Xalê Elî) yê di rojên bihurî de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. Axaftvan got, "Bîranîna wî û dayîna ked û hewldanan mîna Xalê Elî, wezîfeya me ya esasî ye."
Di panêlê de ji bo beşdariya meş û protestoyên 11'ê Çileyê li Parîsê, ku bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê di yekemîn salvegera komkujiyê de bê lidarxistin, banga beşdariyê hat kirin.