Li Munih’ê ji bo Îlhamî Han mitîng

Li Munih’ê ji bo Îlhamî Han mitîng

Penaberê Kurd Îlhamî Han ku biryar li ser hatiye girtin dersînorî Tirkiyeyê bikin, li bajarê Munih yê Elmanyayê komek Kurd û Elmanan înîsiyatîfek avakirin û xwepêşandanekî piştgiriyê li darxistin.

Mitînga ku li Odeonsplatza Wezareta Navxwyî ya Bavyerayê lê heye, hêjmarek zêde Kurd tevlî bûn. Di mitîngê de hate diyarkirin ku, dersînorkirina Îlhamî Han ya Tirkiyeyê tê wateya şandina girtîgehê, Federasyona Komeleyên Kurdên Elmanyayê (YEKKOM), Komeleya Çanda Mezopotamya ya Munihê, Komeleya Çanda Kurdan ya Munihê, Komeleya Navenda Kurdistanê ya Munihê, Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê ya Munihê, Cemaeta Kurdên Bayernê, Komeleya Dibistana Çanda Rojîn-Kurdê, Komeleya Penaberên Kurd, Karawane Munchen, DÎDF, Sendîkaya Çengê Ciwana ya Munihê, Partiya Çepgir ya Munihê, Patrick Humke (Rêveberiya Saksonya Jêrin ya Partiya Çepgir), Marion Padua (Endamê Meclîsa Şaredariya Nurnber) û Civar Akad (Endamê Meclîsa Gottingen) sazî û kesayetên wekî vana piştgirî dan.

Di mitînga ku tê de hate gotin, biryara dersînorkirina Han siyasiye, dowîz û pankartên “Jib o dersînorkirina Han na”, “Jib o Han mafê bicihbûnê”, “Jib o dersînorkirina dewleta Tirkiye ya îşkenceyê dike na” hatin hilgirtin.

Meha borî Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyerayê li rexmî ku dê bê girtin û îşkencekirin biryar da ku penaberê siyasî yê Kurd Îlhamî Han dersînorê Tirkiyeyê bike.

Îlhamî Han ku di sala 2005’an de li bajarê Munih yê Almanyayê jiyan dikir û beriya vê serlêdana wî hatibû pejirandin. Lê belê piştî ku Teşkîlata Îstîxbarata Eyaleta Bavyerayê rapor da ku Han berpirsek yê PKK’ê ye, destpêkê mafê bicihbûnê jêhate girtin û biryar hate dayîn ku dersînor bikin.

Hanê nexweşê Sara’yê, niha jî hêjan di bin kontrolê de tê girtin. Han di vê çarçoveyê de her roj diçe qereqolê îmzayê di avêje.