Li Mûş û Agiriyê kemînên berfireh

Li Mûş û Agiriyê kemînên berfireh

Hêzên gerîla dan diyar kirin ku rexmê ku hêzên me ji meha Gulanê ve li rewşa agirbestê û vegerê de ye jî artêşa Tirk dinava faliyetên kemîn û tevgerê deye. Da diyar kirin ku li bejahiya Mûşê û Agiriyê kemîn danîn, li bejahiya Mêrdînê operasyonek dan destpê kirin û li Qarsê jî balefirên keşfê geriyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da dir kirin ku di 2’ê Cotmehê de li herêma  (Mêrdînê)Stewrê bajarokê Barmanê û herêma Eltê artêşa Tirk bi maşîneyên zirxî û bi piyan opereson lidarxistin û got: “Operasyon piştî nîvro bê encam bi dawî bû.”

 Di heman rojê de li derdora gundên Mûşê Zengok û Urukê  bi helikopteran tevgera hewayî çêbû û wiha anîn ziman: “Disan li herêmên girêdayî Şenyaylayê  Zengok û  Kozmê tevgera hewayî berdewam kir.”

Navenenda Ragihandin û çapemeniya HPG’ê da diyar kirin ku di 2’ê Cotmehê de li gundên girêdayî  navçeya Agriyê Bazîdê Îlonê û Dizê şev kemîn hatîne avêtin û li gundên Giyadînê  Koço û Çobana Mendo yê bi hemam rengî şev kemîn avêtin û roj paş ve vegeriyan.

NRÇ.HPG’ê ew agahiyên henê dan; “Di 1’ê Cotmehê de li herêma navçeya Qarsê Qaqizmanê Çemçê hêzên dagirker yên TC’ê bi balefirên bê mirov keşif kirin. Her wiha li Kerekola Agiriyê ya Çemê Çeto yê gelek tang û maşîneyên zirxî veguhestin.”