Li Mûş û Mersînê zextên li Girtîgeha Mûşê û derbkirina girtiyên jin ên li hember zextan serî rakiribûn hat şermezarkirin.
Duh li Girtîgeha Mûşê ya Sergirtî ya Tîpa e ya Mûşê ji ber gardiyanên zilam ketibûn qawîşên jinên girtî, hewl dabûn qawîşan bikin du beş, dest deynin ser pirtûk û radyonên wan îsyan dest pê kiribû. Têkildarî zextên li hember girtiyan li Mûşê meşek hat lidarxistin. Meşa ku di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mûşê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Mûşê, TUHAD-FED û Egîtîm Sen de hat lidarxistin ji ber avahiya BDP'ê ya Mûşê heta Şaredariyê pêk hat. Di meşê de dirûşmayên "Bijî Berxwedana zîndanan", "Destên dirêjî jinan bibin bila bişkin" hatin gotin. Esnafan jî piştgirî dan meşvanan. Girse piştî gihişt ber şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn. Seroka TUHAD-FED Zubeyde Teker ku di daxuyaniyê de axivî, zextên li hember girtiyan şermezar kir û got ku ji sala 1990'an û vir ve hewl didin girtiyên ji doza PKK'ê ditepisînin.
'EGER MIROV JIYANA XWE JI DEST NADIN BI SAYA BIRÊZ OCALAN E'
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Nîzamettîn Ozturk jî, diyar kir eger zextên li hember girtiyan bidomin wê nerazîbûn û helwestên wan jî tundtir bibin û got ku li pişt wan binpêkirinên mafan û zextan hikûmeta AKP'ê û Wezareta Karên Hundir heye. Ozturk wiha dewam kir, "Em ji bo pekanîna biratî û aştiyê dixebitin. Destê aştiyê yê Birêz Ocalan dirêj kiriye ji aliyê hikûmetê ve nayê girtin. Eger heta niha li herêmê xwîn narêje û mirov jiyana xwe ji dest nadin bi saya Birêz Ocalan e."
'EM Ê RAPORA XWE AŞKERA BIKIN'
Herî dawî Serokê Şaxa Mûşê ya ÎHD'ê Saîm Atilgan jî jî got ku der barê zextên li Girtîgeha Mûşê gelek caran daxwazname dane Serdozgeriyê û Wezareta Edaletê lê tu bersiv wernegirtine. Atilgan anî ziman ku der heqê zextan û îsyanê de îdîayên ciddî hene û di rojên pêş de wê bi raporekê ji raya giştî re aşkera bikin.
Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.
MERSÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mersînê li hember zext û binpêkirinên mafan ên li hember Girtiyên jin ên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mûşê dimînin civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li avahiya partiyê pêk hat, endamê Rêveberiya Desteya Meclîsê ya BDP'ê Cemîl Elden, endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Kenan Şen, Înal Kizilkaya, endamên Meclisa Jin a Akdenîz amade bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mersînê Halîs Deger got, "AKP'ya ku bi şîara ji turbanê re azadî, li derdoran digere gardiyanên zilam dixe qawîşên girtiyên jin. Dewlet bûye sedema ku 9 girtiyên jin birîndar bibin." Deger bang li dewletê kir da ku berpirsiyartiya xwe bi awayekî bi lez bîne cih.