Li Mûş û navçeyên wê komkujiya Parîsê wê bê şermezar kirin

Li Mûş û navçeyên wê komkujiya Parîsê wê bê şermezar kirin

Bi boneya salvegera komkujiya Parîsê li Mûşê bi şeklekî girseyî hate protesto kirin.

Meclîsa Jinên DOKH û BDP’ê yên Mûşê  ji ber salvegera qetilkirina yek ji damêzrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile li Parîsê, wê li navenda Mûş û navçeyên wê meş bên li darxistin.

 Wê ji aliyê Pêkhateyên Tevgera Jinên Azadên Demokratîk (DOKH) yên Mûşê Meclisa Jinên BDP’a Mûşê bi boneya salvegera qetil kirina 3 jinên Kurd yên siyasedmedar di 9’ê Çileyê li paytexta Fransa Parîsê wê li navenda Mûş û navçeyên wê meşek bê li darxistin.

Hat ragehandin tevayî meşên ku bi boneya derxistina holê a destên li pişt komkujiyê wê di 6’ê Çile de li Gimgim, di 7’ê Çile de li Melazgirê, di 8’ê Çile de li Kopê û di 9’ê Çilê de li Mûşê bên li darxistin wê hemû di saet 13.00’an de destpê bikin.