Li Mûş û Qereyaziye serdegirtin: 1 jê zarok 5 binçavî
Li Mûş û Qereyaziye serdegirtin: 1 jê zarok 5 binçavî
Li Mûş û Qereyaziye serdegirtin: 1 jê zarok 5 binçavî
Li Mûşê polîsan di ser malan de girt û di serdegirtina malan de bi îdîaya ku zarokê bi navê H.K yê 17 salî nivîsa "Serok Apo" li diwarê malê nivîsandibû hate binçavkirin. Li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê jî polîsan di ser malan de girt û 4 kes kes binçav kirin.
Polîsan şevê din li taxa Hinisê di ser mala Cahit K de grit. Polîsan di serdegirtina malan de zarokê 17 salî H.K. bi îdîaya ku li dîwarê mala xwe "Serok Apo" nivîsandibû binçav kirin û birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan. Bavê H.K. Bertek nîşanî polîsan da û xwest kurê wî serbest bê berdan.
LI QEREYAZIYÊ JÎ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Yekîneyên polîsan li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê jî di ser malan de girtin û di serdegirtina malan de 4 kes binçav kirin. Polîsan Baran Ateş, Firat Şenlik û 2 kesên ku navê wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a navçeya Qereyaziyê. Hate zanîn ku, 4 kes ji ber tevlî xebatên BDP'ê bibûn hatin binçavkirin.