Li Mûşê banga meşa ‘Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re statû’

Li Mûşê banga meşa ‘Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re statû’

BDP'a Mûşê dê îro bi daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re statû' li navenda bajar meşeke li dar bixe.

Têkildarî meşê BDP'a Mûşê li avahiya xwe bi tevlîbûna serokê BDP'a Mûşê Naîf Erol û gelek welatî civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de serokê BDP'a Mûşê Naîf Erol axivî û diyar kir ku, li hemberî bêderfetiyan jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fedakariyeke mezin pêvajoya çareseriyê dimeşîne.

Erol anî ziman ku, pêvajo bi yek alî nayê birêvebirin û wiha pêde çû: "Tevgera Azadiya Kurd pêvajoyê bi fedakariyeke mezin dimeşîne, lê belê hikûmeta AKP'ê hêj tehemula perwerdeya zimanê dayîkê nake. Hikûmeta AKP'ê bêcidiyet nêzî pêvajoya çareseriyê dibe û di şer de israr dike."

Erol herî dawî bang li gel kir ku, bila tevlî meşa îro ku ya di demjimêr 13:00'an de li ber avahiya BDP'a navendê destpê dike û heta Şaredariyê didome kir.