Li Muşê gel çû serdana gora gerîlayên PKK’ê

Li Muşê gel çû serdana gora gerîlayên PKK’ê

Rêxistina BDP'ê ya Muşê, bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina BDP'ê ya Muşê, bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana Goristana Taşoyê yên ku gorên gerîlayên  PKK'ê û HPG'ê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê hatiye definkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Muşê Sirri Sakik, Endamê Meclîsa BDP'ê Nîmet Sezgîn, Şaredarên navên û navçeyên Muşê û gelek welatî tevlî serdana goristanan bûn. Di serdanê de deqeyek ji bo kesên ku di têkoşiya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêzdari hat girtin. Piştî rêzdariyê Parlamenterê BDP'ê yê Muşê Sirri Sakik axivî. Sakik diyar kir ku bi saya ciwanên kurd yên ku jiyana xwe ji dest daye gelê kurd dikare pirsgirêkên xwe bîne ziman û wiha got: "Bi saya gernas û lehengên ku li vir radizê îro li Rojava şoreş pêk tê û pirsgirêka kurd ya 100 salî ji asta berxwedanê veguheziyê asta muzakereyan. PKK'î û HPG'iyên ku jiyana xwe ji dest daye vîjdan û rûmeta gelê meye. Eger îro li gundek bi sedan kes tevlî mewludek dibe bila gelê me bizanibin wê tu ordî nikarin gelê me têk bibin."

Piştî axaftinan serdana goran bi xwendina dueyên bi dawî bû.