Li Mûşê ji bo girtiyên nexweş 32 hezar û 500 îmze hatin komkirin

Li Mûşê ji bo girtiyên nexweş 32 hezar û 500 îmze hatin komkirin

Li Mûşê ji bo berdana girtiyên nexweş ji aliyê Komeleya Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-DER) ve 32 hezar û 500 îmze hatin komkirin. Îmze ji Serokkomar, Serokatiya Meclîsê û Wezareta Edaletê re hatin şandin. 

TUHAD-DER Şaxa Mûşê ve bi daxwaza berdana girtiyên nexweş, 32 hezar û 500 îmzeyên komkirin, ji Serokkomarî, Serokatiya Meclîsê û Wezareta Edaletê re şandin. Berîya şandina îmzeyan li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Serokê Komeleyê Omer Ozun diyar kir ku AKP'ê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Ozun daxwaz kir ku demildest girtiyên nexweş bên berdan. Piştî daxuyaniyê 32 hezar û 500 daxwaznameyên hatibûn komkirin ji şaxa PTT'ê ji saziyên pêwendîdar re hatin şandin.