Li Mûsil rojnamevanek hat kuştin
Li Mûsil rojnamevanek hat kuştin
Li Mûsil rojnamevanek hat kuştin
Nawras El Nuaimî ku li Mûsilê di qenala herêmî ku li ser uyduyê weşanê dike El-Mûsuliye pêşkêşvaniyê dike ji aliyê hinek kesên bi çekve hat kuştin. Rêxistina Rojnamevanên Sînor nenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê diyar kir li 44 rojnamefanên din jî gef hatine kirin û li hemberî vê nerazîbûn nîşanî ewlehî negirtina saziyên peywendîdar da.
RSF’ê diyar kir ku Nawras El Nuaimî yê 19 salî di roja 15’ê Kanûnê de li taxa El Cezayir a dikeve rojavayê bajarê Mûsilê li nêzî mala xwe ji aliyê çend kesên bi çek ve hatiye kuştin.
RSF’ê ku nerazîbûn nîşanî vê cinayeta nû da wiha got: “Bê ewlehiya ku her diçe mezin dibe û berpirsên van sûçan ku nayên ceza kirin li welat li ser azadiya zanînê metirsiyekî mezin çêdike.”
RSF bang li cihên peywendîdar yên Iraqê kir ku lêpirsînekî serbixwe bimeşîne û ji bo yên kujer û ferman dane derbixin pêş dadgehê pêwiste hemû hewildanên xwe bi kar bînin.
RSF her wiha diyar kir ku çend hefteye hêzên parastinê di nava Mûsilê de ne, li eyaleta Ninova 44 navên ku di nav lîsteya rojnamevanan a “bi fîzîkê wê bên tûne kirin” dene ew jê agahdar bûne. RSF’ê ku got: “Ji bo ewlehiya van rojnamevanan ti hewildanek ne hat kirin” ji saziyên xwecihî û navnetewî xwet ku gavek ji a din pêştir van rojnamevanan bigirine bin ewlehiyê de.
RSF’ ê ku diyar li Mûsilê di 3 mehên dawî de di şer û mercên wek hevde xebatkarên medyayê hatine kuştin û wiha got: “Zelale ku aktorên nûçeyan di serî de li herêma Nînova li Iraqê têne hedef girtin.”