Li Mûsilê teqîn: 8 kesan jiyana xwe jidest da

Li Mûsilê teqîn: 8 kesan jiyana xwe jidest da

Li rojhilatê Mûsilê li hember leşkerên ku mûçeyên xwe werdigirtin êrîşeke bombeyî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê sivîl jî di nav de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li gor agahiyên hatine wergirtin îro li Rojhilatê Mûsilê li hemberî komek ji leşkerên artêşê yên mûçeyên xwe werdigirtin bi otomobîleke bombebarkirî êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de yek jê jin 3 sivîl û 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 17 jê leşker 25 kes jî birîndar bûn.