Li nafçeya Berwarî Şahiya ji bo piştgiriya PÇDK
Li nafçeya Berwarî Şahiya ji bo piştgiriya PÇDK
Li nafçeya Berwarî Şahiya ji bo piştgiriya PÇDK
Duh li nafçeya Berwarî a gelyê Bazêya girêdayî bajarê Dihokê bi amade bûna bi sedan kesan ji xelkê herêmê û namzetên PÇDK şahiyek hat li darxistin.
Ji bo piştgiriya Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) pişti rêzgirtina deqeyekê berendamên PÇDK’ê herêma Behdînanê Mehdî Salih Reşîd derket ser dîkê û axiftinek kir. Salih di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser giringiya hilbijatina û bernameya PÇDK’ê ji gel re kir.
Berendam Salih dîroka system û deshilata xirab û bê mafiya li Başûrê Kurdistanê li ser gel tê meşandin kir û wiha got: “ Armanca me guhertin û dubare nekirina van sîstemên bê hevsengiye. Her wiha bi dengdana we wê sedemekî nû û demokratîk dest pê bike.”
Di berdewamiya şahiyê de koma Çiya, Koma Sîpan Welat, ji koma Awazên Çiya hunermend Baran beşdarî şahiyê bûn.
Şahî heyanî êvarê seat 19.00 berdewam kir.