Li navçe û bajarokên Mêrdînê meşa ‘ji Ocalan re azadî’

Li navçe û bajarokên Mêrdînê meşa ‘ji Ocalan re azadî’

Li navçeyên Mêrdînê Şemrex, Rişmilê, Mehsertê û bajaroka Surgucu ya girêdayî Stewrê ji aliyê BDP’ê ve bi dirûşmayên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”daxuyaniyên çapemeniyê û meş hatin lidarxistin.

RIŞMILÊ

BDP’a Rişmilê li ber avahiya partiyê bi dirûşmaya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” daxuyaniya çapemeniyê da. Ligel rêveberên bajêr û navçeyan ên BDP’ê, nûnerên KCD’ê, HDP’ê, MEYA-DER û gelek hemwelatî beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê deqîqeyek rêz hat girtin û ji aliyê rêveberê bajêr ê BDP’ê Abdurrahman Ayguler ve daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê ev xusûs hatin diyarkirin, "KCK’ê bi banga Birêz Ocalan a di Newroza Amedê de hêzên xwe ên leşkerî vekişand derveyî sînor û agirbest îlan kir. Lê belê pakêta hikûmetê vala derket.” Ayguler got ku, ew pakêta ku hikûmetê aşkera kiriye şermezar dikin û ji niha şûn ve wê hîn bi biryar têkoşîna xwe li qadan pêş bixin.”

MEHSERTÊ

Li Mehsertê jî bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" li ber avahiya BDP’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û pakêta hikûmetê ya demokratîkbûyînê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de gelek hemwelatî û nûnerên KCD’ê, HDP’ê û MEYA-DER’ê amade bûn. pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” ku hat vekirin, beriya daxuyaniyê deqîqeyek rêz hat girtin û daxuyanî ji aliyê Serokê Rêxistina Mehsertê ya BDP’ê Metîn Kaya ve hat xwendin. Kaya got; "Em pakêta hikûmeta AKP’ê şermezar dikin. Em bang li hikûmetê dikin, eger careke din rewşeke şer destpê bike, berpirsiyar ne Ocaşam, KCK û gelê Kurd, wê hikûmeta AKP’ê be.”

ŞEMREX

Li navçeya Şemrexê jî bi heman armancê ji aliyê BDP’a navçeyê ve meşek hat lidarxistin. Hemwelatiyên ku li ber avahiya partiyê kom bûn heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş, endamên Meclîsa Şaredariyê, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr, rêveberên Bajêr ên BDP’ê yên Merdînê û girseyeke qelebalix beşdarî meşê bûn.

‘PAKETA XWE LI SERÊ XWE BIDE’

Di meşê de pankatra "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hat vekirin û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan hatin vekirin. Her wiha al û flamayên PKK’ê û YPG’ê ku hatin bilindkirin, dowîzên “Ji pakêta AKP’ê El Nusra El Qaîde derket”, “AKP pakêta xwe li serê xwe bide” hatin hilgirtin. Girse ku hat ber Qada Cumhuriyetê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye deqîqeyek rêz hat girtin. Serokê Rêxistina BDP’ê Mehmet Şik li wir daxuyaniyek da û got ku gelê Kurd ne kurdê berê ye. Ev pakêt bersivê nade daxwaza gelê Kurd.

Piştî Şik Rêveberê Rêxistina Mêrdînê ya BDP’ê Mehmet Dogan jî diyar kir ku, hundirê pakêtê vala ye û wiha berdewam kir, "Ji bo girtiyên ji doza KCK’ê û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê re nebû bersiv.” Girse paşê bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” heta ber avahiya BDP’ê meşiya û meş bi dawî bû.

SURGUCU

Li bajaroka Surgucu ya girêdayî navçeya Stewrê ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Surgucu ve bi dirûşmaya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” meş hat lidarxistin û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Hemwelatiyên ku li ber avahiya BDP’ê hatin gel hev bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KCK’ê û HPG’ê ber bi Taxa Karşiyaka ve meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmayên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Berxwedana YPG’ê” hatin qîrkirin. Di meşê de nûner, endam û rêveberên BDP, HDK, HDP, MEYA-DER, Meclîsa Giştî ya Bajêr û Dayikên Aştiyê jî amade bûn.

Girse piştî gihişt Taxa Karşiyaka careke din ber bi Qada Bajêr ve meşiya. Li wir jî piştî deqîqeyek rêzgirtinê Rêveberê Rêxistina Bajêr a Mêrdînê ya BDP’ê Alaattîn Turan daxuyanî da û got; “Ne mimkun e em pakêta ku têde daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê nehatibe qebûlkirin, bendava hilbijartinê nehatibe rakirin, şert û mercên Îmrali nehatibûn guhertin, pêdiviyên şert û mercên muzakereyan ên Birêz Ocalan nehatibin cih qebûl bikin.”