Li navçeya Qesrê xebatên hilbijartinê yên PÇDK’ê tên astengkirin
Li navçeya Qesrê xebatên hilbijartinê yên PÇDK’ê tên astengkirin
Li navçeya Qesrê xebatên hilbijartinê yên PÇDK’ê tên astengkirin
Li navçeya Qesrê, xebatên hilbijartinan yên PÇDK’ê tên asteng kirin, poster û pankartên ji bo reklaman hatine daliqandin ji holê tên rakirin.
Ji bo hilbijartinên Parlementa Herêma Kurdistanê yên ku wê di 21’ê Îlonê de bên kirin, dema propagandayê bi awayek fermî di 28’ê Tebaxê de li seranserê Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin.
Lê belê astengiyeke din a li pêşiya xebatên hilbijartinê yên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li navçeya Qesrê xwe da der. Li gorî agahiyan, li gundê Rêjdûr ê navçeya Qesrê xebatên hilbijartinê yên PÇDK’ê tên asteng kirin, poster û pankartên ji bo reklaman hatine daliqandin tên dirandin û ji holê tên rakirin.
Bi heman şêweyî li devera Soran li ser rêya Hacî Omran û gundê Azadî jî, bûyerên bi vî awayî rû dan. Lê heya niha nehatiye zanîn ku, kesên van kiryaran dikin kîne.