Li navçeyên Amedê 15'ê Sibatê hate şermezar kirin
Li navçeyên Amedê 15'ê Sibatê hate şermezar kirin
Li navçeyên Amedê 15'ê Sibatê hate şermezar kirin
Li navçeya Yenîşehîrê û Farqîna Amedê ji bo şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê meşên meşaleyî hatin lidarxistin.
Di 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê li navçeyên Yenîşehîr û Farqînê yên Amedê meşên meşaleyî hatin lidarxistin. Li taxa Tekelê ya Farqinê bi sedan ciwan li hev kom bûn û ji bo 15'ê Sibatê şermezaer bikin pankarta "Em 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û heta qada Azizoglu meşiyan.
Komê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" û "Tolhildan" qîr kirin. Komê piştî meşê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û piştî gihişitn qada Azizoglu daxuyanî dan. Serokê BDP'a Farqînê Mahmut Ektî diyar kir ku, ew komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nifrîn şermezar dikin. Etkî bang li her kesî kir û xwest di 15'ê Sibatê de her kes cilên reş li xwe bikin û tevlî meşê bibin.
Di çalakiyê de polîsên xwestin bên cihê bûyerê, ciwanan bombeyên deng avêtin wan û polîs ji cihê bûyerê dûr ketin. Girse bi siloganan belav bûn.
LI NAVÇEYA YENÎŞEHIRÊ JÎ MEŞ
Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî bi heman armancê meşa meşaleyî hat lidarxistin. Bi sedan ciwanên ku li hev kom bûn meşa meşaleyî pêk anîn û li taxa Ben û Senê çalakî pêk anîn. Koma ku dest bi meşê kirin ji aliyê welatiyan ve rastî piştgiryek mezin hat. Komê bê navber sloganên " Bijî Serok Apo" qîr kirin û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Ciwanên meş pêk anîn rastî 10 maşîneyên zirxî û 2 TOMA hatin. Piştî komê demekê li vir slogan avêtin, di nava kolanan de belav bûn.