Li navenda Amedê 3 HES ên nû tên çêkirin

Li navenda Amedê 3 HES ên nû tên çêkirin

Li Amedê li gel nerazîbûna li dijî çêkirina Santralên Hîdro Elektrîk (HES) ên li Pasûr û Farqînê, Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê û Muduriyeta Giştî ya Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ji bo li ser Çemê Dîcle yê di nava Amedê re derbas dibe 3 HES ên nû çê bike, bi bêdengî ketin nava tevgerê. Ji bo 3 HES ên navbera tax û gundan ku ji 3 heta 30 kîlometre dûrî navenda bajêr in, proje hatin amadekirin. Ji sê bendavên projeya wê ji aliyê Eser Enerjî Elektrîk Uretîm A.Ş ve hatiye çêkirin, rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) ya bendava yekemîn a tê plankirin ku li nêzî taxa Sarili yê ser bi navçeya Yenîşehîrê bê çêkirin, hat qebûlkirin.

Piştî qebûlkirina raporên ÇED ên herdu bendavan, tê payîn herdu bendav di nava 2 salan de bên temamkirin.

Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê û Muduriyeta Herêma 10. a DSÎ ku navenda wê li Amedê ye, ji bo li ser Çemê Dîcleyê yê di nava gund û taxên navenda Amedê re derbas dibe 3 HES ên nû bên çêkirin, dest bi kar kirin. Navenda yek ji van bendavên HES'ê, dê li taxa Sarili ya ser bi navçeya Yenîşehîrê be. 

Ev bendav dê di navbera herêmên gundên Îlbaş, Sîvrîtepe û Tanişik de bê çêkirin.

Ji bo bendava duyemîn jî tê plankirin ku navenda wê li herêma nêzî pira kevin a rêya bejahî ya navbera Amed-Farqînê de bê çêkirin û ev herêm heta nêzî taxên Ferîtkoşk û Dîcle bê berfirehkirin. Bendava sêyemîn jî dê ji gundê Bagivar ê navçeya Sûrê heta navbera gundên Şukurlu, Anbar û Saritoprakê bê çêkirin.

Ji her sê HES ên projeya wan ji aliyê Eser Enerjî Elektrîk Uretîm A.Ş. ve hat çêkirin, rapora ÇED a bendava li taxa Sarili yê navçeya Yenîşehîrê, ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hat pejirandin. Piştî qebûlkirina raporên ÇED ên herdu bendavan, tê payîn herdu bendav di nava 2 salan de bên temamkirin.

HES'ÊN PLANA ÇÊKIRINA WAN TÊ KIRIN

Ji sê bendavên rapora fîzîbîlîteya wan ji aliyê Muduriyeta Herêma 10. a DSÎ ve pêşkêşkî îhaleyê hat kirin Dîcle-l dê di navbera taxa Sarili û gundê Tanişik ên navçeya Yenîşehîrê were çêkirin. Bendava ku tê plankirin dirêjahiya ragihînê 11.9 km be, qada wê ya drenaj jî wê 5.38 kîlometre kare be. Bendava ku rapora wê ya fîzîbîlîte hat amadekirin û rapora ÇED'ê hat qebûlkirin, tê plankirin bi 57 mîlyon 945 TL'yî bê çêkirin.

Bendava duyemîn a bi navê Dîcle-ll jî, dê ji pira kevin a rêya bejahî ya navbera Amed-Farqînê destpê bike û heta pira Fakulte ya li herêma taxên Ferîtkoşk û Dîcleyê bê çêkirin. Projeya ku tê payîn bi 65.163 mîlyon TL'yî bê çêkirin, dê qada wê ya drenajê 5.65 kîlometre kare be, tê plankirin ku dirêjehiya wê jî 19.7 kîlometre be.

Bendava sêyemîn a bi navê Dîcle-lll jî, dê ji nêzî gundê Bagivar ê ser bi navçeya Sûrê destpê bike û li qadeke heta gundên Şukurlu, Başakli û Ambarliyê bê çêkirin.

Tê plankirin ku ev bendav jî bi 89.9 mîlyon TL'yî were çêkirin, qada drenajê 7.55 kîlometre kare, dirêjahiya wê 23.68 kîlometre be.

Eger raporên ÇED ên her sê bendavan bên amadekirin, li gorî planê dê di nava 2 salan de biqedin.

Piştî qebûlkirina rapora ÇED a bendava HES a Dîcle-l, bi erêkirina raporên ÇED ên bendavên Dîcle-ll û Dîcle-lll re, dê çêkirina bendavan destpê bike.

Piştî ku sê bendavên tên plankirin li navenda Amedê werin çêkirin, wê Çemê Dîcleyê yê li dora Amedê diherike, ji gundê Îlbaşê heta gundê Ambarê bi bendavan bê girtin.

Li ser Çemê Dîcleyê hînê bendavên Kralkizi, Batman û Dîcle hene, çêkirina bendava Ilısû ya ku wê Heskîfê di binê avê de bihêle, dwam dike. Bi heman rengî li navçeyên Amed Farqîn û Pasûrê du HES ên cuda tên çêkirin.