Di encama aşot ketina ji rêzeçiyayên Hîmelayan yên li Nebalê hêjmara çiyagerên mirî giha 9’an. Her wiha hêjan xwe negihandina 6 çiyageran jî.
Rayedarê polîsan Basanta Bahadir Kuvar got, piştî termê rêberê Nebalî û çiyagerê Alman hatin dîtin, yekîneyên rizgarkirinê li quntarên Çiyayê Manasluyê 7 termên din jî dîtin.
Rayedarê polîs ragihand ku, ji çiyageran hêjan 6 windane, ji ber sedema şert û mercên xirab yên hewayê xebatên rizgarkirinê nikarin bidomînin.
Çiyayê Manaslû ku di cîhanê de çiyayê 8’mîn yê herî bilinde, duh di demjimêrên nîvro de aşot ket. Du komên ji çiyagerên Alman, Fransî û Nepalî pêktên di bin aşotê de man. Yekîneyên rizgarkirinê ku hewildan koma 10 kesî rizgar bikin, koma 15 kesî di demjimêrên sibehê de xwegihandin 2 terim û di yên nîvor de jî xwegihandin 7 termên çiyageran.