Li nexweşa kanserê cezayê hucreyê

Li nexweşa kanserê cezayê hucreyê

Hikumxwara ji doza PKK'ê nexweşa kanserê Cîhan Asî ku li Girtîgeha Şakran a Alîaga tê ragirtin, derket holê ku cezayê 10 rojan ê hucreyê lê hatiye birrîn. Bav Şêxmûs Asî ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir ku navê vê zilma rêveberiya girtîgehê li girtiyên nexweş jî dike, êşkence ye.

Tevî ku bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan, di bin navê cezayê dîsîplînê de zilma cezayê hucreyê li wan tê kirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Cîhan Asî ya 32 salî ye, ku bi kansera madê ye. Cîhan Asî ku di sala 2009'an de ji bo were dermankirin çû Nexweşxaneya Stenbolê ya Tabet a Wanê û li ser îxbarekê hat girtin, bêyî bê dermankirin hatibû girtin. Asî li Girtîgeha Tîpa E ya Bêdlisê hatibû bicihkirin û ji bo vekolîna tenduristiyê ew şandin Klînîka Radyolojî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bêdlisê, li vir jî derketibû holê ku kezeba wê mezin dibe. Tevî 2 salan jî li wir ma Cîhan Asî nehat dermankrin û di sala 2012'an de ew veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîaga ku bi binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li dijî mehkûman tê naskirin.

NAVÊ VÊ ZILMÊ ÊŞKENCE YE

Bav Şêxmûs Asî da xuyakirin ku ji bo rewşa keça xwe bide bihîstin, di serî de ÎHD Şaxê Mêrdînê, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Edaletê serî li her derê daye û diyar kir ku rewşa keça wî her diçe giran û xera dibe.

Bav Şêxmûs Asî ragihand ku herî dawî ew roja Şemiyê bi telefonê keça xwe re axiviye û got, "Tevî êşên madê, ji min re got ku cezayê 10 rojan ê hucreyê lê hatiye birrîn û ewê di rojê pêş de wê têxin hucreyê."

Bav Asî diyar kir ku wî sedema cezayê dîsîplînê ne pirsiye û got, "Bê wicdaniyek ewçend dijwar dibe? Diyare ku di vê rewşê de nebaşe di şert û mercên girtîgehê de bê ragirtin, lê bêyî fedî bikin di ser re cezayê hucreyê didin. Navê vê zilma li girtiyên nexweş tê kirin, êşkence ye."