Li Nîjeryayê di zanîngehê de komkujî

Li Nîjeryayê di zanîngehê de komkujî

Komek kesên çekdar ketin Zanîngeha Teknîk a Federal li bajarê Mûbî yê Nîjeryayê û piraniya wan xwendekar gelek kes qetl kirin.

Hat ragihandin ku komek kesên çekdar ketin Zanîngeha Teknîk a Federal li bajarê Mûbî yê Nîjeryayê û piraniya wan xwendekar gelek kes qetl kirin. Li gorî agahiyên polîsan dane 26 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Hin şahidên bûyerê didin diyarkirin gava di zanîngehê de daxuyanî dihate dayîn komek çekdaêrn ku unîformayên leşkerî li xwe kiribûn, ketin hundirê zanîngehê û êrîş pêk anîn.