Li Nîjeryayê qezaya balefirê: 150 kes mirin

Li Nîjeryayê qezaya balefirê: 150 kes mirin

Li bajarê Lagos ê Nîjeryayê balefira ku 150 kes têde bûn li ser avahiyên li semtek a bajêr ket. Hat ragihandin ku hemû rêwiyên di balefirê de jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Hewayî ya Sivîl ragihand ku 150 rêwiyên di balefira şîrketa Rêyên Hewayî ya Danayê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Nehat zanîn çend kes li cihê ku balefir lê ket mirin. Serokkomarê Nîjeryayê Goodluck Jonathan jî sê rojan şîn îlan kir.

Hate ragihandin ku balefir ji paytext Abujayê diçû Lagosê û li semta Iju ya li bakûrê bajarê Lagosê li avahiyan ket. Hat ragihandin ku baskên balefirê jê vebûne û balefir bi xwe jî li ser avahiyekê maye.