Li Nisêbînê derabe nehatin vekirin

Li Nisêbînê derabe nehatin vekirin

Li navçeya Nisêbînê ji ber sedema merasima cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Selîm Ozalp (Cesûr Cûdî) derabe nehatin vekirin.

Gêrîlayê HPG’ê Selîm Ozalp (Cesûr Cûdî) ku di êrîşa 7’ê Çileyê ya li dijî Qereqola Karataş ya navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, ji ber merasima cenaze li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dikandaran derabeyên xwe nevekirin. Li navçeya ku ji bilî firin û dermanxaneyan hemû kargeh girtî, bêdengî serdeste. Gelek noqteyan polîsan tedbîrên ewlekariyê girtine.

Çav lê ye ku îro piştî merasima cenazeyê gêrîla Ozalp ya li Nisêbînê dê bê defin kirin.