Li Nisêbînê du zarok hatin girtin

Li Nisêbînê du zarok hatin girtin

Piştî çalekiya 22’ê Kanûnê ji bo protesto kirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo da tê  çêrin şûnde du zarok hatin girtin.

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê piştî meşa ku 22’ê Kanûnê de ji bo protesto kirina “dîwarê şermê” yê dinavbera Nisêbîn û Qamişlo da tê çêkirin, meşa bi hezaran kes tevlî bûyîn têlên sînor hatibûn parçe kirin. Di vê kêliyê de polîsan bi bombeyên gazê êrişî gel yên ku têlên sînor derdixistin kir û du zarokên bi navê K.A. (17) û Î.A. (16) hatibûn binçav kirin, piştî derxistina dadgehê hatin girtin. Zarok hatin şandina Girtîgeha Girtî a Tîpa E ya Mêrdînê.

Di derbarê mijarê de ku Mûduryeta Emniyeta Mardînê daxuyanî da îdia kiri ku di pevçûnên derketî de 6 polîs birîndar bûne û wesayitên wan jî zererekî mezin dîtine. Di daxyaniyê de hat diyar kirin du zarok di dema pevçûnan de hatine binçav kirin û piştî derxistin dadgehê şûnde hatine girtin.