Li Nisêbînê gel ji bo mitînga Rojava kom dibe

Li Nisêbînê gel ji bo mitînga Rojava kom dibe

Meclisa Jinan ya KCD û Hevgirtiyên KCD’ê li dijî ambargoya li ser Rojava bi şîara “Em Rojava silav dikin” li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê mitîngê organîze dikin, gel hêdî hêdî li baxçeyê Navenda Çanda Mîtannî kom dibin.

Li qada mitîngê ya li ser sînorê Rojava tê li darxistin, bi pankarta “Roja ku ji Rojava hil tê dê gelan azad bike” û “Roja ku li Amarayê derket dê Rojava azad bike” hatin vekirin, her wiha wêneyên 3 jinên Kurd yên siyasetmedar ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, hatin hilawêstin. Di mitînga ku wêneyên 3 siyasetmedarên jin yên Kurd hatin hilgirtin, jin bi cilên gelêrî tevlîbûn. Mitînga ku stran û sirûdên aştiyê hatin gotin, bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “şehîd namirin” hatin qîrîn.

Di mitînga ku Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, Seroka Tuhad-Fedê Zubeyde Teker, endam û rêveberên komeleyê, endamên Meclisa Jinan ya KCD Nurhayat Altun, Asya Tekîn, Songul Morsumbul, Naşîde Bûlûttekîn, endamên MP’a BDP’ê û Meclisa Jinan, Hevserokên BDP’a Mêrdînê, endam û rêveberên navçe û bajar, Navenda Jinan ya Peljîn ya Şaredariya Dêrikê, rêveberiya jinan ya BDP’a Qoserê, endamên Meclisa Jinan ya Şaredariya Dêrikê, endam û rêveberên jinan ya BDP’a Mazîdagê tevlîbûyî, gel hêdî hêdî kom dibe.