Li Nisêbînê kesek hate binçavkirin

Li Nisêbînê kesek hate binçavkirin

Li navçeya Nisêbînê welatiyê binavê Şêxmûs Denîz hate binçavkirin.

Hate hînbûn ku, welatiyê binavê Şêxmûs Denîz roja borî li mala xwe ya li Taxa Zeynel Abîdîn ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye binçavkirin. Hate ragihandin ku, polîsên sivîl ji Denîz re gotiye “tu dê îfadeyan bidî” binçavkirine û birine Midûriyeta Polîsan ya Mêrdînê.

Hate hînbûn ku, Denîz di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye binçavkirin.