Li Nisêbînê lêkirina dîwarê şermê dîsa destpê kir
Li Nisêbînê lêkirina dîwarê şermê dîsa destpê kir
Li Nisêbînê lêkirina dîwarê şermê dîsa destpê kir
Li Nisêbînê xebatên lêkirina dîwarê bi armanca “astengkirina qeçaxçîtiyê” ku tê xwestin di navbera Tirkiye û Rojava de bê lêkirin ji nû ve destpêkirin.
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê xebatên kolandinê yên bi armanca “astengkirina qeçaxçîtiyê” ku tê xwestin di navbera Tirkiye û Rojava de bê lêkirin ji nû ve destpêkirin. Ji ber xebatên kolandinê yên bi makîneyên kar di şebekeya ava vexwarinê ya bajêr de texrîbat çêbû. Hat ragihandin ku ava vexwarinê ya Taxa Yeşîlkent qut bûye.
Bi bihîstina bûyerê re Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan hat cihê bûyerê û got, Wezareta Karên Navxweyî gotibû, dîwar nayê lêkirin. Dema me bûyer bihîst em hatin vir û me xebatên kolandinê dan rawestandin.”