Li Nisêbînê, protestoya dîwarê şermê rastî astengiya polîsan hat

Li Nisêbînê, protestoya dîwarê şermê rastî astengiya polîsan hat

Girseya gel a xwest 'dîwarê şermê' yê navbera Nisêbîn-Qamişlo de protesto bike, rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûna ji ber êrîşa polîsan destpê kir, li nava kolanên Nisêbînê dewam dike.

Bi armanca şermezarkirina dîwarê şermê, bi hezaran kesên xwestin ber bi sînor ve bimeşin, li Xaçerêya Şîrîn a li Nisêbînê hatin cem hev.

Girseya gel a dest bi meşê kir, rastî bendên polîsan hat.

Ji hevdîtinên Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz ên bi polîsan re ti encam derneket. Rayedarên dewleta Tirk nahêlin girseya gel ber bi qada "dîwarê şermê" lê tê lêkirin, bimeşe.

Girseya gel jî li dijî polîsan bend danî û sekna xwe dewam dike. Di dema sekna girseyê de polîsan bi TOMA'yan dest bi êrîşê kirin. 

Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûn li nava kolanên Nisêbînê dewam dike.