Li Nisêbînê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
Li Nisêbînê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
Li Nisêbînê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
Rêxistina BDP'a Nisêbînê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bernameyekê pîroz kir.
Rêxistina BDP'a Nisêbînê bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Zeynel Abidin bernameya pîrozbahiyê pêk anîn. Di bernameya pîrozbahiya rojbûna Ocalan de endamên înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê MEYA-DER û reveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûbûn.
Di bernameyê de Endama Dayikên Aşityê Perihan Altug diyar kir ku, ew ji 7 salî heta 70 salî li pişt Ocalan in û wiha got: "Baweriya Rêber Apo daye me, em heta dawî li pişt wî ne. Em hêvî dikin ku salek din dê Rêberê me bi me re be û em dê bi hev re rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin. Li ser pastayê kesk, sor û zer nivîsa "Rojbûna te piroz be ey Serok Apo" hat nivîsandin. Dema paste hat jêkirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û bê navber siloganên "Biji serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê hezar silav" hat qîrkirin. Pirozbahî bi fişekên hewayî bi dawî bûn."