Li Nisêbînê teqîn
Li Nisêbînê teqîn
Li Nisêbînê teqîn
Hate îdîakirin ku, heyeta ku ji bo keşifê çûye Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê û dadger û dozger jî di nav de heyî, dema wesayîta leşkerî derbazbû teqînekê rû da.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Tirkan dane, di demjimêrên sibehê de heyeta leşkerî ya dadger û dozger jî nav de heyî çûyîn Bagokê keşfê bikin, dema wesayîta leşkerî derbaz bû teqînekê rû da. Hate ragihandin ku, piştî teqînê demekê kurt pevçûnê rû daye. Hate diyarkirin ku mirî û birîndar çênebûne.
Walîtiya Mêrdînê jî teqîna rûdayî piştrast kir.