Li Norşînê ji bo pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bangawazî

Li Norşînê ji bo pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bangawazî

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Norşînê ji bo şahiya salvegera 15 Tebaxê banga tevlîbûnê kir.

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Norşînê ya Bedlîsê bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê li avahiya BDP'ê ya Norşînê civina çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de Serokê Navçeya BDP'ê ya Norşînê Hakan Tadîk diyar kir ku amadekariyên şahiyê bi dawî bûne û wiha axivî: "Me li bajarê Bedlîs û navçeyên wê belavok belav kir û anons kirin. Em ê di pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi coşeke mezin 15'ê Tebaxê pîroz bikin. Em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê Şoreşa Rojava silav bikin. Em  hemû gelê xwe vedixwînin şahiya 15'ê Tebaxê."

Şahiya 15 Tebaxê sibê saet di 17.00'an bê lidarxistin.