Li Norşînê rêveberên AKP'yî derbasî refên BDP'ê bûn
Li Norşînê rêveberên AKP'yî derbasî refên BDP'ê bûn
Li Norşînê rêveberên AKP'yî derbasî refên BDP'ê bûn
Alîkarê Serokê Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Norşînê Kamûran Gungor, bi endamê desteya rêveberiya navçeyê Îsmet Şîpalli û malbateke partiyî, derbasî nava refên BDP'ê bûn.
Li Bêdlis û navçeyên wê, di serî de AKP ji partiyên siyasî derbasbûna li nava refên BDP'ê dewam dike. Alîkarê Serokê Rêxistina AKP'ê Kamuran Gungor, bi endamê desteya rêveberiya navçeyê Îsmet Şîpalli û endamê AKP'ê Îsmet Yakin bi malbatên xwe re derbasî nava BDP'ê bûn.
Beriya merasîma pêvekirina rozetê ya li avahiya BDP'ê ya navçeyê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Mehmet Can Demîr Gungor, Şîpalli û Yakin ên bi malbata xwe re ji AKP'ê îstifa kirin û derbasî BDP'ê bûn, pîroz kir.
Demîr diyar kir ku deriyê tevgera azadiyê ya Kurdistanê ji tevahiya gelê Kurd re timî vekiriye û got, "Beşdariya hevalan, tevî wan hêzeke mezin daye me, em serbilind kiriye. BDP mala bindestan e, hûn bi xêr hatine mala xwe. Di nava BDP'ê de têkiliya jêr-jor nîne, her wiha cudahiya kevin-nû jî nîne. Bi beşdariyên nû re, we hêz dane partiya me."
Di merasîmê de rozeta BDP'ê bi Kamûran Gungor û beşdarên nû ve hat kirin. Gungor di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku di nava AKP'ê de wî çar salan wezîfeya alîkariya serokê navçeyê meşandiye, lê belê ji ber ku vegeriyaye hêlîna xwe, ew kêfxweş e.