Li Norwêcê ciwanên Kurd ji bo Rojava dest bi kampanyayê kirin

Li Norwêcê ciwanên Kurd ji bo Rojava dest bi kampanyayê kirin

Komeleya Ciwanên Kurd li Norwêcê (Ung-Kurd), ji bo Rojavayê Kurdistanê biryara hin rêzeçalakiyan wergirt.

Bi kampanya li paytext Osloyê destpê kir re tê xwestin, êrîşên komên çekdar ên li dijî Kurdan, talan û hewldanên komkujiyê ji raya giştî ya cîhanê re bê ragihandin û alîkariya însanî ji herêmên di bin ambargoyê de ne re, bê şandin.

Ugn-Kurd, ji aliyekî ve belavokên li ser ambargo û dorpêça pênc hefteyan belav dikin û ji aliyê din ve jî alîkariya însanî kom dike. 

Çalakiya ciwanan her roj saet di navbera 12.00 û 17.00 de li ber Parlamentera Norwêcê li qada Egettorgetê pêk tê.

Di çalakiyê de her weha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, îmze tên berhevkirin.

Ev kampanya çalakiyan a ciwanên Kurd li pêwendiya rêxistinên jin û ciwanan ên qewmên cûda, rast tê.