Li Nurnberg’ê komkujiyên li Rojava hatin şermezarkirin
Li Nurnberg’ê komkujiyên li Rojava hatin şermezarkirin
Li Nurnberg’ê komkujiyên li Rojava hatin şermezarkirin
Kurdên ku li bajarê Elmanya Nurnberg’ê hatin li gel hev, bi armanca şermezarkirina komkujiyên komên çete û oldarên radîkal ên li Rojava dimeşînin, xwepêşandanek lidar xistin.
Di meşa li taxa Mafên Mirovan de nêzî sed Kurd amade bûn. Di axaftinên li çalakiyê de ji dewleta Tirk hat xwestin ku dest ji piştgirîdayîna komên çete berde û hat destnîşankirin ku Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye.
Çalakgeran bang li dewleta Elmanyayê jî kirin ku çekan nefiroşe hêzên piştgiriyê didin çeteyên li Sûriyê.
Di çalakiya bi piştgiriya Yekitiya Hêzê ya Demokratîk û MLPD de, bi dirûşman piştgirî ji YPG'ê re hat nîşandan.