Li Pakîstanê lehî: 139 kes mirin

Li Pakîstanê lehî: 139 kes mirin

Li Pakîstanê ji ber baranên Mûsonê  ku rê li ber felaketa lehiyê vekirin, 139 kesan jiyana xwe ji dest dan. Milyonek kes ketin bin bandora lehiyê. 

Pakîstan ev çend heftene li hemberî lehiyê li ber xwe dide. Hat ragihandin ku heta niha 139 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, 804 kes jî birîndar bûne. 

Rayedaran diyar kirin ku karesatê bandoreke neyînî li 931,074 kesan kiriye. Baranên Mûsonê yên ku di serê meha Tebaxê de destpê kirin, herêma Karaçi jî xist bin bandora xwe. Ji ber barana dijwar, ava gelek çemên herêma Pencapê rabûn.

Lehiyê 3.800 gund û 13 hezar malên ku li ser rêya xwe xera kir. Tê payîn, baranên demsalî yên Mûsonê di hefteya pêş de jî dewam bikin.

Sala bihurî li Pakistanê ji ber sedema felaketa ku baranên Mûsonê rê li ber vekirbû, 470 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 5 milyon kesan ji bandoreke neyînî ji karesetê dîtibûn.