Di encama êrîşa mitînên çekdar li Pakîstanê birin ser baregeheke hewayî de 2 jê leşker û 6 milîtan hatin kuştin.
Milîtanên ku kincên leşkerî li xwe kiribûn, êrîşê Baregeha Hewayî ya Mînhas a li Kamraya nêzî paytext Îslamabadê kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di êrîşê de jê leşker û 6 milîtanên çekdar mirin.
Hat ragihandin ku pevçûn demek dirêj berdewam kir. Hate zanîn Fermandarê Baregehê Muhemed Ezam jî birîndar bûye, lê rewşa wî baş e.
Di gulana sala par de jî êrîşa li dijî Baregeha Deryayî ya Mehranê pêk hat û di êrîşa 17 saetan berdewam kir de herî kêm 10 leşker miribûn.