Li bakûrê rojavayê Pakîstanê, Amerîkayê bi Predatorê êrîşek pêkanî û hat ragihandin ku, di êrîşê de weke zilamê duwem yê El Qaîdeyê tê zanîn Ebû Yahya El Lîbî hatiye kuştin.
Çavkaniyên ewlekariya Amerîkayê ev agahî piştrast kirin û hat ragihandin ku, Lîbî yek ji stratejîstê rêxistinêye, her wiha hemwelatiyê Lîbyayê ye. Beriya niha jî gelek caran bû hedefa êrîşên wisan. Hat diyarkirin ku, El Lîbî di êrîşa roja Yekşemê ya li Bakûrê Vezîrîstanê ku herêma eşîrane û her wiha bi Efxanîstanê re sînore de hatiye kuştin. Hat ragihandin ku, di vê êrîşê de bi giştî 7 kes hatine kuştin.
Hat aşkera kirin ku, El Lîbî xwediyê dîplomaya beşa Kîmya û pisporê medya nû bû, piştî ku sala 2005’an ji girtîgehek ya Amerîkayê ya li Efxanîstanê reviya navê wî belavbû. Di sala 2009’an de jî di êrîşek ya balefirên bêmirov de hatibû ragihandin ku, kuştine, lê belê ev agahî piştre hatibû direwandin.