Li Parîsê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Li Parîsê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Komkujî û êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de banga xurtkirina desteka ji bo gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Li patyexta Fransa Parîsê, bi armanca piştgirîdayîna Rojava, bi hezaran kesan meş û mîtîngek lidarxistin. Meşê saet di 15.00'an de li qada Republique (Komar) a Parîsê destpê kir û ACTÎT, FEDA, SKP, Partîzan û Partiya Komunîst a Fransayê jî piştgirî dan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û PYD'ê hatin hilgirtin û pankart bi nivîsa "Kurd li Sûriyê tên kuştin" a bi zimanê Fransî hat vekirin. Her weha wêneyên sivîlên ji aliyê çeteyên El Nûsra ve hatin kuştin hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG", "Ocalan", "Terorîst El Qaîde" hatin qêrin.

Di dema meşê de, rêyek li ser rêgeha meşê li trafîqê hat girtin û 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin.

Piştî meşê li qada Bastîlle mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînê de nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Dr. Xalid Îsa axaftinek kir. Xalid Îsa bi silavkirina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û şervanên ciwan ên YPG'ê dest bi axaftina xwe kir û got, "Kurdan heta niha li hemberî tank, top û zilmê li ber xwe dan. Bi Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr re Kurd 40 milyon in, hûn nikarin wan biqedînin."

Îsa da xuyakirin ku êrîşa li dijî Kurdan li dijî YPG'ê, êrîşa li hemberî mirovahiyê ye û got, "Nebêjin Tirkiye û çeteyên El Qaîde yên ji Tirkiyê destekê distîne, dostê we ye. Ne diyar e ku vana wê sibê li hemberî kê komkujiyê bikin."

Îsa diyar kir ku berxwedan û şerê li Rojava, şerê namûsê ye û destnîşan kir ku tevahiya cîhan jî bi ser wan de were, ewê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Îsa got, "Em bi felsefeya Birêz Ocalan tevdigerin. Û em dibêjin, tevahiya hêza cîhanê di destê me de be jî, emê êrîşî kesî nekin. Lê tevahiya cîhan bibe yek û êrîşî me jî bike, emê teslîm enbin. Berxwedana me wê dewam bike."

Piştî axaftina Xalid Îsa, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê Estelle Le Joncourt jî da xuyakirin ku ew li cem gelê Rojava yê li dijî çeteyan li ber xwe didin û got, "Bijî berxwedana gelê Kurd."

Nûnerê AKTÎT'ê jî komkujiya emperyalîst û nokerên wan a li Rojava şermezar kir û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd e.

Mîtîng li dû axaftinan, bi dirûşme û tililiyan bi dawî bû.