Li Parîsê coşa 15'ê Tebaxê

Li Parîsê coşa 15'ê Tebaxê

Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi mîtîngekê hat pîrozkirin.

Kurdan li paytexta Fransa Parîsê li Qada Republique 15'ê Tebaxê pîroz kirin. mîtînga bi beşdariya bi sedan kesî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna têkoşerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Raîf Baran axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê kir û destnîşan kir ku Egîd (Mahsûm Korkmaz) nîşaneya serî hildana Kurdan a li dijî zilm, asîmîlasyon û înkarê ye. Baran got, "Gelê Kurd, di vê rêya fermandar Egîd vekir de, xwe gihand şoreşa Rojava û berxwedana xwe dewam dike. 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li gelê me yê li Rojava li xwe dide û tevahiya gelê Kurd pîroz be."

Li dû Baran, Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsa mafê axaftinê wergirt û got, "Silav ji Şêx Seîd, Serok Apo û Fermandarê Mezin Egîd re. Fîşeka fermandarê mezin Egîd a berda înkara Kurdan, îro veguherî şoreşa Rojava."

Îsa da xuyakirin ku çeteyên li dijî YPG'ê têk çûne, êrîşî jin û zarokên bê guneh dikin. Li dû Îsa nûnerê MLKP'yê axaftinek kir.

Nûnerê MLKP'yê Cejna Vejîn û Berxwedanê ya Gelê Kurd pîroz kir û şoreşa Rojava silav kir. Nûnerê Akademiya Çand û Hunerê ya Parîsê jî bi Fransî axaftinek kir. FEDA jî peyamek şand ji mîtîngê re.

Di pîrozbahiyê de Adil Botan, Nûarîn, Maşallah Kelaşîn, Ozan Marûf, Koma Hest û Caran, Koma Bermal a zarokan û Koma Xortan derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de her weha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kukrd, nêzî hezar îmze hatin berhevkirin.